Çîrokên Mêrê Avis bê cil û terîş, tazî xwe pêşkêşî me dikin; cîhaneke nexuyayî, erdeke necotkirî, Helîm Yûsiv bi zimanekî pexşaneyî û çak û bi xeyaleke taybetî vê cîhanê ji nû ve û bi şêweyeke hunerî ava dike. Ji bilî vê, bi tinaziyên tal ken dike kar dijî desthilatiyên ku li civakeke li paşmayî zorê bikar tînin. Helîm Yûsiv nivîskarekî ku mirov dikare di pêşerojeke nêzîk de gelek hêviyên mezin li ser ava bike.
Xalid Xalîfe Kovara Elêf, 1992, Qibris

Çîroka Helîm Yûsiv di hundirê xwe de, di nav êş û xweşiyê de dikele, ne ji ber babetên mezin, ne jî ji ber vê teknîka nûjen; lê sedem ew e ku ji xwebere û bi hestên germ tayên girîng bi dest dixîne û bi zanebûn tevneke zindî ji çîrokeke xweşik re dirêse. Bi xwîneke sivik dihêle mirov bi xwe bikene. Di bîra min de, navê Helîm Yûsiv cih girtiye û heta hetayê nayê jibîrkirin. Ez tika dikim, hûn jî -bi min re- tim wî di bîra xwe de bînin.
Şewqî Bexdadî, Rojnameya Hefteya Toreyî, 1988, Suriye

Mêrê Avis mirov ji nişka ve davêje bakurekî nenas -bakurê Suriyê- rewşeke taybet ligel ku kirin û bûyerên seyr tîne zimên, dibêjî ku ramana herî girîng di van çîrokan de ew be ku têkiliya mirov bi xak û axa wî re ronî dike.
Tacûddîn Mûsa, Rojnameya El-Xelîc, 1994, Îmarat


Zarokên bê zaroktî

Pirtûka "Mêrê Avis" ne ji bo almanên, ku berî biçin seyranê bi lez wê ji pirtûkfroşê taxa xwe bikirin, bixin çenteyê xwe, ji bo ku ew wê di du hefteyên tatîlê de, li girava Mallorcayê bixwinin. Ji bo xwendina "Mêrê Avis" divê telefon girtî, ode bêdeng be, an jî xwendekar biçe devereke xalî, li bin siya darekê rûnê û bixwîne.

Nivîskêr, wek wî bi xwe jî di pêşgotina çapa almanî de diyar kiriye, bi destê me digire û carinan rasterast, carinan bi riya sembolan û gelek caran jî bi agahdariyên di nav rêzan de veşartî, me dibe cihên ku ne tenê ji aliyê dewletê, lê belê ji aliyê yezdên jî hatine jibîrkirin digerîne, panoramayeke civaka derdora Amûdê derdixe ber çavên me. ...

Di gelek beşên kurteçirokên Helim Yûsiv de, jiyaneke absurd, jiyaneke dûrî aqilan pêrgî mirov tê. Nivîskar, jiyana rojane û çanda gelêrî tevî hev dike, di nav hev de distirê û jê jiyaneke absurd tîne pê. Fîgurên di van çîrokan de serberdayî derdikevin pêş me, surrealîzma Andre Breton tîne bîra mirov. Çu instanzên kontrolê tune ne. Ne tiştê ku divê bibe, an yê ku tê xwestin, lê belê tişên ku dikare bibe, tê vegotin. Normên exlaqî, daxwazên civaka derdorê ne babetên Helîm Yûsiv in. Ew di van kurteçirokên xwe de bêhtir tiştên ku wî li derdora xwe dîtine not kirinê, xwestiye, ku xwe bi jiyaneke rasteqîn, ramanên gelêrî yên civaka ku ew tê de dijî, bisînor nehêle. Di gelek cihan de hişê mirov wek qada kontrolê û nîzamê winda dibe. Xeyal, daxwazên ku ji hundirê mirov tên derdikevin pêş. Di rabûn û runiştina gelek fîgûrên "Mêrê Avis" de jiyana rojane û xewn û xeyal tev li hev dibin. Mîna teoriya S.Freud hişmendî û bûyerên li derveyî hişê mirov dibin yek. Dibe ku surrealîzma Fransa ya navbera her du şerên cîhanê, bandor li hin nivîskarên ereban kiribe û -di ser Selim Berekat re- xwe gihandibe kurteçîrokên Helim Yûsiv. Li gor rexnegirê ereb Şewqî Bexdadî, Helim Yûsiv di van çirokan de dihêle ku carinan mirov bi kesên çirokê bikene, carinan jî dihêle mirov bi xwe bikene. Li gor rexnegira Alman Judith Wolf, mirov di gera di nav kurteçîrokên Helim Yûsiv re piştî ku mirov kêliyekê bi tinaziyekê ji kena dipeqe, di kêliya bi dû re dîsa hêsirên mirov tên jî. Dibe ku xwendevanê kurd bi halê fîgurên van çîrokan bigirîn û careke din bigirîn.
Stok Kodu
9789757112228
Boyut
195-130
Sayfa Sayısı
184
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
1997
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
2.hamur
Dili
Kürtçe
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat